Parlementerên Kurd li hemberî hevkariya AK Partî û MHP ne
Rojnameya Hurriyet a Tirkî li gor jêderên xwe yên nêzîk di nav kulîsên Parlementoya Tirkiye de diyar dike, ku Parlementerên Kurd ên AK Partiyê, ji nêzîkbûna Partiya xwe bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) re dilgiran in.
K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor rojnameyê, parlementerên Kurd ên AK Partiyê hevkariya AK Partî bi MHP re di pêkanîna Destûra Nû ya Tirkiye de nerast dibînin. Ji ber ku xelkê herêmên Kurd jî, ji vê nêzîkahiyê ne rehet in.
Ev demek e birêvebiriya AK Partiyê, bi egera ku di Destêra Nû ya Tirkiyê de, sîstema Serokomariyê bi awayek nû were formulekirin. Serokomar bikaribe serokatiya partiya xwe jî bike, bi Partiya Tevgera Neteweperest re di nav hevkariyê de tev digere.