Li Tirkiyê xebatên 94 komeleyan hatin rawestandin

Li Tirkiyê xebatên 94 komeleyan di 20 bajaran de hatin rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê xebatên 94 komeleyan di 20 bajaran de hatin rawestandin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, bi tometa metirsiya ser ewlekariya netewî dikin, biryara daxistina 94 komeleyan da. Hat destnîşan kirin, 42 komele nêzîkî Cemaeta Gulen, 36 komele nêzîk PKK û 3 komele jî nêzîkî rêxistinên çepgir û 4 komele jî nêzîkî DAIŞ hatine dîtin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, bi biryarnameya rewşa awarte ya 23'ê Tîrmeh û 22'ê Mijdarê, hezar û 108 komele û dezgeh bi tometa Cemaeta Gulen, 189 bi PKK, 20 bi Çepgir û 8 jî bi DAIŞ daxistibûn ku piraniya wan dezgehên perwerde û ragehandinê bûn.