DAIŞê êrîşa Stenbolê kiriye
DAIŞê berpirsatiya êrişa pêr şev li taxa Ortakoy a Stenbolê, di hola şahiyan a Reinayê de girte ser xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê berpirsatiya êrişa pêr şev li taxa Ortakoy a Stenbolê, di hola şahiyan a Reinayê de girte ser xwe.
Li gorî ajansa “Reuters” ku DAIŞê berpirseyatiya êrişa li hola şahiyan a Reinayê ku di encamê de 39 kesan canê xwe ji dest dane û 65 kesên din jî birîndar bûnê, li xwe girt.
Di roja yekem a sala nû de jî li Stenbolê hola şahiyan a Reinayê êrîşeke terorî hat. Piştî êrîşê hat diyar kirin ku 39 kes mirin, ji nava kuştiyan 24 kes geştiyarên ji welatiyên biyanî ne, herwiha 65 kes jî birîndar bûn.