Bînerên êrîşa Stenbolê ji K24ê re daxivin

Li Stenbolê di êrîşa ku li dijî hemwelatiyên sivîl hat kirin de 39 kes mirin, 69 kes jî birîndar bûn. Di nav qûrbaniyan de kesekî ji xelkê Kurdistanê jî heye. Şahidên bûyerê ji K24 re çêra bûyerê kirin.

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê di êrîşa ku li dijî hemwelatiyên sivîl hat kirin de 39 kes mirin, 69 kes jî birîndar bûn. Di nav qûrbaniyan de kesekî ji xelkê Kurdistanê jî heye. Şahidên bûyerê ji K24 re çêra bûyerê kirin.

Li Stenbolê di nav sala 2016'an de gelek êrîşên bombeyî pêk hat û di roja ewil a sala nû de jî li bajêr klûbeke şahî rastî êrîşeke terorî hat. Piştî êrîşê hat diyar kirin ku 39 kes mirin, 65 kes jî birîndar bûn. Êrîşkarê ku cilekî reş li xwe kiribû ji tirimbêlê peya bû bi çekê giran pêşî êrîş li peywirdarên ewlekariyê kir ew kuştin dûv re ket hundir.

Dema êrîşê di hundir de nêzî hezar kes hebû. Êrîşkar gule reşand li ser hemwelatiyên ku sala nû pîroz dikirin. Şahidê Êrîşê Ergun Dînç ji K24ê re axivî: “Ez digel hevsera xwe bo pîrozbahiya sersala nû hatim vir. Nêzî 1ê şevê bû dengê çek hat û êrîşkar gule direşand derûdor. 3 û 4 kes jî ketin ber me. Ji zêdeyî li bajêr, tedbîrên berfireh jî hatibûn girtin. Hinek em jî metirsîdar in.

Di nav kluba navdar de ku nêzî behrê bû, gelek kes tirsiya û xwe avêtin behrê. Di nav hemwelatiyan de kesên biyanî jî hebûn. Komeke hemwelatiyên ji Başûrê Kurdistanê jî rastî êrîşê hatin. Şahîdê bûyerê yê Kurdistanî Elend Şêrwanî ku xwe rizgar kiribû ji K24 re çêra êrîşê kir û got: “Ez digel hevalên xwe hatibûn klubê, dema ez derketibûm derva êrîşkar bi cilekî reş bi çekê destê xwe peywirdarekî kuşt, dûv re ket hundir. Rûyê wî girtibû. Tenê çavê wî xuya dikir. 4-5 deqe li hundir ma êrîş kir dûv re reviya.”

Yek ji qûrbaniyan jî xelkê Kurdistanê Ahmad R. Essam Al-Anî yê ku 25 salî bû ji Hewlêrê hatibû Stenbolê. Dostekî Ahmed Essam Al-Anî dibêje: “Ahmed dostekî me bû, li Hewlêrê dijiya. Bo serêsalê digel biraderan hatibû vêderê. Şeva borî ev bûyer çêbû çû ber rehma Xwedê.”

Ahmad R. Essam Al-Anî jî got: “Xeber şandin me gotin, bûyereke wiha qewimî li ser vê em jî hatin vir û cenazê bibin Hewlêrê.”

Di bûyerê de 2 hemwelatiyên Kurdistanî birîndar bûn yek jî bi silametî jê filitî. Ji bo girtina êrîşkar ku piştî êrîşê reviyabû operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Nasnameya êrîşkar hêj nehatiye diyarkirin lê belê gûman li ser DAIŞ'ê ye.