Êrîşkarê Stenbolê kî ye, çi kir?

Li gor dawîtirin zanyariyan, êrîşkarê hola Reina li Stenbolê ku tê de 39 kes hatin kuştin û 65 kes brîndar bûn, welatiyê Kirgizîstanê ye û di 20ê meha mijdarê de bi rêya firokê hatiye Tirkiyeyê. Navê wî Iakhe Mashrapov e. 28 salî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşkar bavê 2 zarokan e, piştî hatina xwe ya Stenbolê li gel malbata xwe, derbasî Enqere ya paytext bûye û ji wir jî di 22ê meha Mijdarê de derbasî Konyayê bûye. Xaniyek bi hezar û 100 T.L kirê kiriye û sê mehan jî kirê di destpêkê de daye. Gotiye ku, ji ber kar hatiye Konyayê.

Di 29ê Berçile de, bi otobusê ji Konyayê çûye Stenbolê. Jina êrîşkar ku niha di bin çav de ye, diyar kiriye ku “Agahdariya êrîşê ez ji TV fêr bûm. Min qet nezanî mêrê min pêwendiyek li gel DAIŞê heye, ne tenê endametî, min nezanî hezkirina wî jî ji DAIŞê re heye.”

Piştî ku wêneyê wî li medyaya Tirkî hatî belavkirin, agahdariyên berferehtir derheqê êrîşkar de hatine bidestxistin.

Di roja yekem a sala nû de jî li Stenbolê hola şahiyan a Reinayê êrîşeke terorî pêk hat. Piştî êrîşê hat diyar kirin ku 39 kes mirin, ji nava kuştiyan 24 kes geştiyarên ji welatiyên biyanî ne, herwiha 65 kes jî birîndar bûn.