Yildirim: Rewşa Awarte tê dirêjkirin

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim, di civîna Partiya xwe di Parlementoyê de ragihand, ku “Vê hefteyê emê pêşniyara dirêjkirina Rewşa Awarte li tevayiya Tirkiyê bigihînin Parlementoyê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim, di civîna Partiya xwe di Parlementoyê de ragihand, ku “Vê hefteyê emê pêşniyara dirêjkirina Rewşa Awarte li tevayiya Tirkiyê bigihînin Parlementoyê.”

Di heman civînê de Yildirim rexneyên tund jî li Amerikayê û welatên Rojava girt: “Di demek kurt de me 270 DAIŞî kuştin. Dinya tenê diaxife, em jî pêktînin. Amerîka ji derveyî axaftinê tu karê din nake. Tiştê dikin YPGê biçek dikin. Ev ne dostanî ye, ne hevaltî ye. Ev yek encama siyaseta vala ya Obama ye.  Nabe ku bi alîkarîkirina terorîstan, tu şerê terorîstên din bike. Em hêvîdar in desthilata nû dawî li vê xeletiyê bîne.”

Piştî derbeya leşkerî ya 15 Tîrmehê, roja 20 Tîrmehê Parlamentoya Tirkiyê bi 346 dengan bo heyama 3 mehan ragehandina Rewşa Awarte pesend kir. Piştre Desteya Ewlekariya Tirkiyê di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de bo 3 mehên din hate dirêjkirin.