Parlementoya Tirkiyê 5 xalên din guhartin
Parlamenteyo Tirkiyê şeva din heta serêsibêya îro xebitî û 5 xalên din yên guhertina destûrê pejirandin. Parlamento îro jî 2 xalên mane dê gotubêj bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenteyo Tirkiyê şeva din heta serêsibêya îro xebitî û 5 xalên din yên guhertina destûrê pejirandin. Parlamento îro jî 2 xalên mane dê gotubêj bike.
Parlamentoya Tirkiye, duh êvarê demjimêr 16.00 de dest bi xebatê kir û heta demjimêr 6.00 îro berdewam kir û 5 xalên din hatin gotûbêjkirin.
Bi xebata 16 demjimêran guhertinên ku, erkê kontrolkirina budçeyê dide Serokomar û hejmara endamên Dezgeha Bilind ya Dadwer û Dozgeran zêde dikin hatin pejirandin.
Parlamenterê HDP Garo Paylan, rojek berê, di axaftina xwe de peyva "Nijadkujiyê" bikar anîbû ji ber vê 3 roj cezaya beşdarnekirinê girtibû. Parlamenterên HDPê ji ber vê, biryar girtibûn ku beşdarî rûniştinan nebin. Berdestê sibê dema wan dawî bû û beşdarî civînan bûn.
Destûra Tirkiyê ku tê de 177 xal cîh digire bi tenê 18 xalên wê tê guhertin. Xalên nû zêdetir li ser pergala rêvebirinê ye. Lê belê di nav 18 xalan de der barê çareserkirina pirsgirêka Kurdan de ku wek pirsgirêka herî mezin tê zanîn tu guhertinek ango xaleke nû tune ye.