Firokeyeke Tirkiyê kete xwarê: 32 mirî
Firokeyeke Tirkiye li Qirxîzistanê ket xwarê. Herî kêm 32 kesan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyeke Tirkiye li Qirxîzistanê ket xwarê. Herî kêm 32 kesan canê xwe ji dest dan.
Firokeyeke barhilgir ya Tirkiyê bi tîpa Boeîng 747-400 ku ji Hong Kongê rabûbû, li nêzîkî paytext Bîşkekê ket xwarê. Rayedarên Qirxîzistanê dan xuyakirin, firoke, dema xwestiye li firokxaneya Mînasê were xwarê ketiye.
Hat ragehandin, 4 karmendên nav firokeyê canê xwe ji dest dane, û li avahiyên derdor jî herî kêm 28 kesan canê xwe ji dest dan.