Tuhmetbarê êrîşa Stenbilê hate binçavkirin

Êrişberê şahiya sersalê ya Stenbolê Ebdulqadir Meşarîpov hat destbiserkirin. Di operasyonê de 3 jin û mêrekî hatin binçavkirin, her çar jî biyanî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrişberê şahiya sersalê ya Stenbolê Ebdulqadir Meşarîpov hat destbiserkirin. Di operasyonê de 3 jin û mêrekî hatin binçavkirin, her çar jî biyanî ne.

Ebdilqadir Meşarîpov endamê DAIŞ'ê bi navê kod Ebû Muhamed El-Xoresanî, şeva din li Esenyurta Stenbolê di malekê de hat binçavkirin.

Tîmên Dijîterorê ya Tirkiyê tevî encamderê kuluba şevê ya bi navê Reînayê, zilamekî Qirxizî û 3 jinên Somalî, Misrî û Senegalî jî girtin binçavan.

Di roja yekem a sala nû de jî li Stenbolê hola şahiyan a Reinayê êrîşeke terorî pêk hat. Piştî êrîşê hat diyar kirin ku 39 kes mirin, ji nava kuştiyan 24 kes geştiyarên ji welatiyên biyanî ne, herwiha 65 kes jî birîndar bûn.