74emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê dest pê kir

Îro 74emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê bi gotareke damizrênerê korbendê Klaus Schwab dest bi karê xwe kir û di korbendê de hejmarek ji serkirdeyên siyasî, aborî û kesayetên cîhanî beşdar in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 74emîn Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê bi gotareke damizrênerê korbendê Klaus Schwab dest bi karê xwe kir û di korbendê de hejmarek ji serkirdeyên siyasî, aborî û kesayetên cîhanî beşdar in.

Di korbenda îsal de tê çaverêkirin serok, serokwezîr û berpirsên welatan ku nûnertiya 90 welatên cîhanê dikin beşdar bibin.

Ji wan serok û serkirdeyên ku di korbenda Davosê de beşdar dibin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Sewrokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Serokê Çînê Xi Jinping, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden, Şahê Urdinê Ebdula El-Sanî Bin El-Hisên, Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres, Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg in.

K24 di vê Infografiyê de hûrgilî û zanyariyên zêdetir li ser Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê nîşan dide.

Fly Erbil Advertisment