“Ji sedî 58ê welatiyan dijî guhertina yasaya bingehîn in”
Li gor rapirsînên dawî li Tirkiyeyê ji sedî 58ê welatiyan dijî guhertina yasaya bingehîn in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor rapirsînên dawî li Tirkiyeyê ji sedî 58ê welatiyan dijî guhertina yasaya bingehîn in.
Komapanyaya Rapirsînê a bi navê Gezîcî eşkere kir ku, ger li Tirkiyê îro derberê guhertina yasaya bingehîn de referandûmek pêk were, dê ji sedî 58ê welatiyan li dijî wê derkevin. Beremberî vê ji 42ê welatiyan dê biryara parlementoyê piştgirî bikin.
Herwiha îro nivîskar Abdulkadîr Selvî ku nêzikê hikûmetê ye ragihand ku, hejmara kesên dê referandûmê de dengên na bikarbînin zêdetir e. Lewma dê hikûmet hewl bide, dengên Kurdan bidest bixe.
Parlementoya Tirkiyê hefteya borî bi 339 dengan biryar dabû, yasaya bingehîn were guhertin û ev yek jî rê li ber referandûmê vekiribû. Tirkiye dê meha nîsane biçe referandrûmê.