AK Partî: CHP û HDP jî wek Gulen û PKKê dibêjin nexêr
Piştî komcivînen partiyên siyasî reng û dirûvê referandûmê jî ji aliyê naverokê ve diyar bû. Hikûmet û MHP, CHP û HDPê bi piştevanîkirina Gulen û PKK sûcdar dikin. CHP û HDP jî AK Partiyê bi avakirina rejima wek ya Hîtler sucdar dikin.
K24 – Enqere
Piştî komcivînen partiyên siyasî reng û dirûvê referandûmê jî ji aliyê naverokê ve diyar bû. Hikûmet û MHP, CHP û HDPê bi piştevanîkirina Gulen û PKK sûcdar dikin. CHP û HDP jî AK Partiyê bi avakirina rejima wek ya Hîtler sucdar dikin.
Beriya referandûmê ew mijara ku herî zêde dihate meraqkirin şêwaza partiyên siyasî bû bi taybetî jî ya hikûmetê. Ji roja pêşîn ve ya vebûna Parlamentoya Tirkiyê hem hikûmetê hem jî partiyên muxalefetê li dij hev şêwazeke giran bikaranîn û hev bi piştevanîkirina terorê sucdar kirin. Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di komcivîna partiya xwe de derbarê naveroka referandûme de rexneyên giran li CHP û HDP kir û got; Ji bo ku Fettulah Gulen û PKK dibêjin na me got erê. Xwedê CHPê biselihîne. Di serdema dengdana destûrê de li vê parlamentoyê muxalefetê tundiya bi devkî û fizîkî li hemberî me bikaranî em wan dispêrin gel.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim got: “Ji bo ku rêxistina Fetullah Gulen û PKKê di referandûmê de dibêjin na em dibêjin erê. Ev referandûma Serokkomariyê ye ne hilbijartina giştî. Gel bersiva li dij tanqên wesayetê di sala 2014an de da. Piştî damezrîna komarê nîqaşên rejimê bidawîbûn. Bi vê destûrê re ji sedî sed wê desthilata gel were çespandin. Rêxistinên terorê di referandûmê de dibêjin na. CHPê jî xwe da pey HDPê. Xwedê wê biselihîne.”
Li beramberî van daxuyaniyên tund ji CHPê bigirin heta HDP û Partiya Saadetê bang kirin ku divê Yildirim lêborînê bixwaze. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got; ev mesele ya vî welatî ye, di referandûmê de wê dengdana takekesiyê bê kirin ev gav gaveke xetere ye.
Herwiha Kiliçdaroglu got: “15 sal in hun desthilat in. Yaseyek heye ku we xwestine û ji parlamentoyê dernexistine? Naxwe sedema vê guherînê çiye? Niha çima hûn erkê parlamentoyê dispêrin yek mirovî? Em bersiva wê nizanin hûn jî nizanin. Wê bibe serdestiya her tiştî rejima yek mirovî. Wek mînaka herî dawîn ya Hîtler. Bila em serokên partiyên siyasî di televizyonekê de werin bal hev û biaxivin, lê ew nayên jê direvin.”
Îdrîs Balûkenê Cîgirê Serokê Koma HDPê ku hefteya raborî hate berdan jî yekem car axivî û got; nivîngehên tecrîtê ji berê de hatibûne amadekirin, li ber wan nezaretxaneyên me endamên DAIŞê hebûn. Welêt beramberî bobelata herî mezin ya di dîroka Tirkiyê de ye, lê herkes wekî ku tiştek nîn e tevdigere. Balûken diyar kir ku lînça HDPê tê xwestin, ew der û dorên ku ji HDPê re dibêjin terorîst wan kesên ku wê di referandûmê de dengê na bidin jî wek terorîst radigînin. Balûken da zanîn ku mafê wan yê herî rewa ye ku ew di referandûmê de bibêjin na.