Kalin: Ne diyar e kî beşdarî operasyona Reqa bibe

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, da xuyakirin, civîna serokerkanên Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê bi serkeftî derbas bûye û hê biryar nehatiye dayîn, ku kîjan hêz beşdarî operasyona Reqa bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, da xuyakirin, civîna serokerkanên Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê bi serkeftî derbas bûye û hê biryar nehatiye dayîn, ku kîjan hêz beşdarî operasyona Reqa bibin.

Kalin, di civîna heftane de bersiva pirsên rojnamegeran da û got, ew naxwazin bi rêxistineke terorê hember ya din têkoşîn bê kirin. Eger piştevaniya YPGê berdewam bike, di xerabiyek mezin bide derdor.

Kalin da zanîn, derbarê operasyona Reqayê de planeke zelal pêşkêşî aliyan kirine û hê diyar nebûye ku kîjan alî beşdarî operasyonê bibin.

Kalin got, rayedarên Amerîkî dibêjin PKK û PYDê ne heman tişt in, lê ew bixwe jî bawer nakin û wek ku soz hatiye dayîn divê hêzên YPG vekişin rojhilatê çemê Ferêt.

Tê zanîn jî ku duh, Berpirsekî pilebilind yê Tirkiyê ji Ajansa “Rueters” ragihandibû, Amerîka ligel YPGê operasyona Reqatê birêve dibe, ne ligel Tirkiyê. Herwiha Amerîka çekan jî dide YPGê.