Welatiyên Tirkiyê êrîşî kunsulxaneya Hollandayê kirin

Welatiyên Tirkiyê derketin li ber Kunsulxaneya Hollanda ya li Stenbolê û derbarê nedana destûrê ji wezîrên Tirkiyê re ku derbasî wî welatî bibin, nerazîbûn li hember Hollandayê nîşan dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyên Tirkiyê derketin li ber Kunsulxaneya Hollanda ya li Stenbolê û derbarê nedana destûrê ji wezîrên Tirkiyê re ku derbasî wî welatî bibin, nerazîbûn li hember Hollandayê nîşan dan.

Welatiyên Tirkiyê li ber kunsulxaneya Hollanda ya li Stenbolê kom bûn û ji ber ku Hollandayê destûr neda wezîrên Tirk nerazîbûn nîşanî Hollandayê dan. Hin xwepêşanderan jî ala Hollandayê anîn xwarê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu ku duh dixwast serdana Holandayê bike û li kunsulxaneya Giştî ya Tirkiyê gotarekê derbarê referandûmê pêşkêş bike. desthilatên Holandayê rê nedan firokeya Çavuşoglu dakeve ser xaka xwe.

Herwiha Wezîra Siyasetên Civakî û Malbatî ya Tirkiyeyê Fatma Kaya xwest ku bi riya bejahî ji Almanya dixwast derbasî Hollandayê bibe. Lê polîsên Hollandayê rê nedan wê.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li ser rênedana Wezîra Siyasetên Civakî û Malbatî ya Tirkiyeyê Fatma Kaya got, wan rayedarên Hollandê agahdar kirine, ku ewê bi heman helwestê bersiva Hollandayê bidin.