Yetkîn: Operasyona Reqa dê bêyî Tirkiyê dest pê bike
Li gor nivîskarê rojnameya “Hûrriyet” Murat Yetkîn; di civîna Serokerkanên Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê de Tirkiye li ser pilana xwe ya derbarê operasyona Reqayê de nekariye Rûsya û Amerîkayê qane bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor nivîskarê rojnameya “Hûrriyet” Murat Yetkîn; di civîna Serokerkanên Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê de Tirkiye li ser pilana xwe ya derbarê operasyona Reqayê de nekariye Rûsya û Amerîkayê qane bike.
Tirkiye dixwest YPGê dervayî operasyonê bihele û ew û çekdarên opozîsyona Sûriyê bi hev re beşdar bibin. Lêbelê pilana Tirkiyeyê ser neketiye.
Murat Yetkîn dibêje, ew ji aliyê jêderên fermî yên Tirkiyeyê ve hatiye agahdarkirin ku, derbarê operasyona Reqayê de ne Amerîka ne jî Rusya heta niha bersivek erenî nedane Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê egera beşdarbûna wan bo operasyona Reqayê gelek lawaz bûye.
Berî niha 10 rojan Serokerkanên Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê li bajarê Antalyayê civiyabûn. Tirkiye ji Rûsya û Amerîkayê daxwaz dikir ku, YPG di operasyona Reqayê de cih negire.
Herwiha ev yek di demekê de tê, Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihandiye, rizgarkirina bajarê Reqayê dê di destpêka meha nîsana îsal de û bi beşdariya YPGê dest pê bike.