Li Diyarbekirê pîşeya 200 salî ya çêkirina cêran

Li Diyarbekirê, pîşeya cêrên ji axê çêdibin, 200 sal in ku li Diyarbekirê dewam dike. Pîşeya ku bi qasî amûrên kevneşopiyê balê dikişîne, bi temenê xwe jî balê dikişîne û bi destên nivşê çaremin ê malbatekê dewam dike. Hosteyê ku bixwe qalib û teşeyên xwe çêdike, bi berhemên xwe yên bi nexş û sembolên Diyarbekirê bala geştegeran dikîşine.

 

K24 – Dıyarbekir

Li Diyarbekirê, pîşeya cêrên ji axê çêdibin, 200 sal in ku li Diyarbekirê dewam dike. Pîşeya ku bi qasî amûrên kevneşopiyê balê dikişîne, bi temenê xwe jî balê dikişîne û bi destên nivşê çaremin ê malbatekê dewam dike. Hosteyê ku bixwe qalib û teşeyên xwe çêdike, bi berhemên xwe yên bi nexş û sembolên Diyarbekirê bala geştegeran dikîşine.

Cilsa spî ya bi avê tê hevîrkirin, di destên hosteyê 40 salan de teşe digirin. Cilsa ku di nav qalibên cur be cur de tê hişkkirin, teşeyên qaliban digire û ji bo rengandinê tê zuwakirin. Hosteyê çêkirina van amûrên kevneşopiyê, Mehmet Ozalkan; bi tena serê xwe di vê atolyeyê de dixebite û li gorî teşeyên navdar ên Diyarbekirê amûran hildiberîne. Ozalkan diyar dike ku; ev pîşe, pîşeya bav û kalên wî ye û 200 sal in bê navber dewam dike.

Mehmet Ozalkan wiha ji K24ê re axivî: “Piştî apê min çû ser dilovaniyê, min vî karî dewam kir. Bi min xweş e, ez pê bilî dibim. Ez kel û pelên bi sembola Diyarbekirê çêdikim. Berê kar gelek zêde bû, lê niha tuneye. Berê ez bi kar re serî dernediketim, lê niha kar di destên min de dimîne, wekî berê firotin çênabe.”

Ji dîzikên reş heta dîzikên sor, ji tebexên teşeyên cihêreng heta tas û sêniyan, gelek amûrên çêkirin û pêşkêşkirina xwarinê, li vê derê bi dest dikevin. Ji cêrên mezin heta cêrên biçûk, ji sûrên Diyarbekirê heta zebeşê Diyarbekirê, hemû berhem bi reng û teşeyên xwe bala geştegeran dikişînin. Hosteyê cêran Mehmet Ozkalkan ji bo pîşeya malbatî radigihîne ku; piştî wî, di malbatê de kesên ku vî karî bidomînin nemane.

Mehmet Ozalkan dibêje: “Hêza min a aboriyê tuneye. Heger hêza min hebûya, min ê atolyeyeke mezin vekira. Ez niha li ser cilsê dixebitim, heger derfeta min hebûya, ez ê li ser polesterê bixebitiyama. Ez difikirim ku serî li parêzgerî û qeymeqamiyê bidim da ku piştgiriya min bikin. Heger ji min re atolyeyeke mezin vekin, ez ê çend xebatkaran jî li gel xwe bixebitînim, hem ew ê hîn bibin, hem ez ê bikaribim vî karî dewam bikim û ez ê bi hêsanî bikaribim çanda Diyarbekirê bidim nîşandan.”

Dîzikên ji axa reş hatine çêkirin, cêrên bi nexşên Kurdewarî û kel û pelên ji axê çêdibin, bi destên Mehmet Ozkalkan, li quntara çiyayê Diyarbekirê ji axa taybet tên çêkirin û piştî di tenûran de tên sotin, pêşkêşî kiriyaran tên kirin. Li gorî hosteyê cêran amaje dike, ew di malbatê de nifşê çaremîn e û 40 sal in ku bê navber van amûran çêdike.