Hunera kevirbiriyê, li Diyarbekirê tê pêşkêşkirin

Li Diyarbekirê, mamosteyekî malnişîn bi hunera kevirbiriyê teşeyên navdar ên Diyarbekirê hildiberîne. Hunera kevirbiriyê, li Tirkiye û herêmê tenê bi destên Mamoste Nûredîn Medyelîoglû pêk tê. Medyelîoglû, 13 sal in vî karî dike û tevî ku pêdiviya wî ya aboriyê heye jî berhemên xwe nafiroşe. Mamosteyê malnişîn ji rayedaran daxwaza derfeta pêşangehekê û atolyeyeke hîndekariya kevirbiriyê dike.

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, mamosteyekî malnişîn bi hunera kevirbiriyê teşeyên navdar ên Diyarbekirê hildiberîne. Hunera kevirbiriyê, li Tirkiye û herêmê tenê bi destên Mamoste Nûredîn Medyelîoglû pêk tê. Medyelîoglû, 13 sal in vî karî dike û tevî ku pêdiviya wî ya aboriyê heye jî berhemên xwe nafiroşe. Mamosteyê malnişîn ji rayedaran daxwaza derfeta pêşangehekê û atolyeyeke hîndekariya kevirbiriyê dike.

Ji Kolaneke navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, dengê ku ji çakûçan diçe, ji bo teşedayîna keviran e. Kevirên bazalt ên ku ji Çiyayê Qerejdaxa Siwêregê tên bidestxistin, di nav kevirên herî hişk ên cîhanê de cihê xwe digirin. Kevirên Qerejdaxê, li vê dikana biçûk, 13 sal in ku li ber destên Nûredîn Medyelîoglû teşe digirin. Hoste dibêje; ji ber keda xwe ya salan, ez ji dil nayêm berhemên xwe bifiroşim.

Hosteyê Kevirbiriyê Nûredîn Medyelîoglû li ser vê hunerê ji K24ê re wiha axivî: “Min di sala 2007’an de pêşangehekê vekir. Eleqeya li wê pêşangehê gelek zêde bû. Eleqeya ku mirov tên vê derê û nîşanî vê hunerê didin, ew jî kêfxweşiyeke din e. Dibe ku sedema domandina min a vî karî jî ev be. Gelek kesên ku dixwazin berhemên min bikirin, hene lê min nefirotiye û nafikirim bifiroşim jî. Lewra min kedeke mezin daye.”

Ji Minareya Çarling heta Sûrên Diyarbekirê, ji nexşên bircan heta Pira Dehderî, hemû berhem bi hûrkarî hatine amadekirin. Nûredîn Medyelîoglû ku salên dirêj mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, piştî malnişîniya xwe dest bi vê hunerê kiriye û hemû berhemên navdar ên Diyarbekirê, bi çakûç û bizmaran hilberandiye. Çakûça ku bi salan wekî amûr hatiye bikaranîn, êdî li ser qirna wê, teşeyê tiliyan çêbûye. Medyelîoglû dibêje; çêkirina hinek berheman, ji salekê zêdetir dema wî girtiye.

Nûredîn Medyelîoglû dibêje jî: “Di serî de divê Wezareta Çandê bi vî karî re mijûl bibe. Parêzgerî, şaredarî, sazî û kesên ku bala wan li ser hunera kevirî be, dikarin piştgiriyê bikin. Dema pêşangehek û atolyeyeke hîndekariyê ji bo min were vekirin, piştî ez hîn bikim; ez ê vekişim aliyekê û li hosteyên nû temaşe bikim.”

Hosteyê kevirbir dibêje; du cure kevir hene û cureyek jê mê, cureya din jî nêr e. Cûreya ku mê ye, bi teşeya xwe bi xirçik e; cureya nêr jî hişk e û bi teşeya xwe metikî ye. Li gorî Nûredîn Medyelîoglû radigihîne; ji ber ku ew di nav malên kevirîn ên Diyarbekirê de mezin bûye, loma bala wî li ser keviran e. Mamosteyê malnişîn heta niha 20 kevirbiran gihandine û dixwaze vê hunerê wekî çandeke Diyarbekirê dewam bike.