Li Îzmîrê 2 teqînan rû dan

Îro li Tirkiyeyê li bajarê Îzmîrê 2 teqînên cûda rû dan, kesekî canê xwe ji dest da kesekî jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li Tirkiyeyê li bajarê Îzmîrê 2 teqînên cûda rû dan, kesekî canê xwe ji dest da kesekî jî birîndar bû.

Îro li bajarê Îzmîrê li navçeya Bucayê Taxa Çamlikuleyê di nav wesaîtekî de teqînek rû da. Piştî çend xulekan, ji cihê teqîna yekem 300 metre dûr teqîna diduyem jî rû da.

Piştî her du teqînan hejmarek zêde polîsan çûn cihê bûyerê û di encama lêkolînan de diyar bû, 2 kesan amedekariya êrîşekê dikirin û bombeya ku di nav wesaîtê de amade dikirin destê wan de teqiya ye.

Di encamê de yekî ji wan canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bûye.

Li gor zanyariyên Hêzên Ewlekariya Tirkiyeyê, her du êrîşkar endamên PKKê ne.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike û di nav rojê de daxuyaniyên nû werin dayîn.