Wezîrê Derve yê Amerîka gihêşt Enqerê

Wezîrê Derve yê Amrîkayê gehişte Tirkiyê û digel berpirsên pilebilind yên wî welatî re li Enqerê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amrîkayê gehişte Tirkiyê û digel berpirsên pilebilind yên wî welatî re li Enqerê dicive.

Peymnêrê K24ê li Enqerê Azad Altun ragihand, di yekem serdana xwe de ji bo Tirkiyê, tê çaverêkirin, Wezîrê Derve yê Amrîkayê Rex Tillerson li Koşka Çankayê bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re civiya.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, Wezîrê Derve yê Amerîka dê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bicive û piştre jî bi Wezîrê Derve Mewlûd Çawûşoglu re bicive.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, pirsên di hevdîtinên Tillerson û rayedarên Tirkiyê de, mijarê Sûriyê û operasyona Reqa û beşdariya YPGê di wê operasyonê de,  bidawîbûna operasyona Mertala Ferêt û radestkirina Fethulah Gulen mijarên sereke yên hevdîtinan e.