Erdogan: Em dikarin bi her aliyên bêçek re danûstandinê bikin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan, li Diyarbekirê ragihand ku ew dikarin bi her aliyên ku çek di desten wan de tunebin re danûsitendin bikin. Erdogan di peyamên xwe de, bêtir li ser yek al, yek dewlet, yek milet û yek welat rawestiya û ragihand ku dê rê nedin dewleta paralel jî daxwazkarên xweseriyê jî Tirkiyê bindest bikin. Erdogan piştî axaftina xwe, projeyên ramedan û nûjenkirinê yên Diyarbekirê da destpêkirin.

 

K24 – Diyarbekir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan, li Diyarbekirê ragihand ku ew dikarin bi her aliyên ku çek di desten wan de tune bin re danûsitendin bikin. Erdogan di peyamên xwe de, bêtir li ser yek al, yek dewlet, yek milet û yek welat rawestiya û ragihand ku dê rê nedin dewleta paralel jî daxwazkarên xweseriyê jî Tirkiyê bindest bikin. Erdogan piştî axaftina xwe, projeyên ramedan û nûjenkirinê yên Diyarbekirê da destpêkirin.

Li Tirkiyê xebat û amadekariyên ji bo referandûma 16’ê Nîsanê didomin. Serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî li Diyarbekirê, beşdarî vekirina projeyên nûjenkirin û ramedanan bû û li ser referandûmê jî peyaman da. Serokomarê Turkiyeyê di peyamên xwe de, behsa berdewamiya berevaniyên ewlehiyê û domandina polîtîqayên heyî kir. Serokomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ewê di gotarên xwe yên yek millet, yek dewlet, yek al û yek welat de berdewam bin û ragihand ku ewê heta dawî hewldan û berevaniyên xwe yên ewlehiyê bidomînin.

Erdogan got: “Em amade ne ku bi her kesên xwedî gotin, projeyan û derdên wan hebe re hevdîtinan bikin û bimeşin. Yek şertê me heye, divê di desten wan de çek tune bin. Diyarbekir dilê me ye, em nahêlin  ku dilê me ji me bikin. Diyarbekir mora Tirkiye yê .”

Li gel Serokkomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Navxeyî Suleyman Soylû, Wezîrê Enerjî û Berhemên Xwezayî Berat Albayrak û parlamenterên Akpartî’yê jî hevrêtî kirin. Recep Tayîb Erdoga, projeyên ku dê li seranserê Diyarbekirê destpê bikin û nêzîkî 700 trilyonê Turk lê bê xerc kirin jî da destpêkirin. Erdogan diyar kir ku ew miletê wek efendiye xwe dibinin û dê xizmeta miletê xwe bikin.

Herwiha Erdogan got: “Di 14 salên borî de, li Diyarbekirê nêzîkî 4 milyar lire ramedan hatiye kirin. Ev gotin tenê gotin nîne, xizmet hatiye kirin. Alîgrên PKK’ê dibêjin aştî û aştî, bi gotinê aştî pêktê gelo? Bi çekdaran re aştî dibe gelo? Em ramedan û geşepêdanan dikin û garantî û fedayiyên aştiyê jî em in. Niha jî emê projeyên ku xerckirina wan teqrîben 677 trilyonîne  bidin destpê kirin. Em ji bo sazkirin û sazûmaniyê xizmeta gel dikin. ”

Mîtînga ku li ber parêzgariya Diyarbekirê, bi beşdariya bi hezaran welatiyan birêveçû, piştî vekirina projeyên aboriyê xilasbû. Di ciyê peyamên siyasî yên ku welatî ji bo pêkhatina çareseriyên aştiyane çaverêbûn de, pakêt û geşepêdanên aborî ji aliyê Serokkomar û şanda gel wî ve hatin pêşkêşkirin.