Omer Çelîk: DAIŞ û Îslamofobî hev xwedî dikin

Weqfa Lêkolînê ya Civakî, Aborî û Siyasetê (SETA)derbarê Îslamofobiya Ewropayê de raportek amade kir. Di raportê de li ser wê trenda belavbûn û zêdebûnê ya îslamofibiya li Ewropayê hatiye rawestîn. Wezîrê YE Omer Çelîk beşdarî di civîna danasîna vê raportê kir û got, DAIŞ û Îslamofobî hev xwedî dikin.

 

K24 – Enqere

Weqfa Lêkolînê ya Civakî, Aborî û Siyasetê (SETA)derbarê Îslamofobiya Ewropayê de raportek amade kir. Di raportê de li ser wê trenda belavbûn û zêdebûnê ya îslamofibiya li Ewropayê hatiye rawestîn. Wezîrê YE Omer Çelîk beşdarî di civîna danasîna vê raportê kir û got, DAIŞ û Îslamofobî hev xwedî dikin.

Li SETA'ya Enqerê derbarê Raporta Îslamofobiya Ewropayê de civîneke danasînê hate sazkirin. Di vê civînê de Koordînatorê SETA'yê Burhanettîn Duran û Wezîrê YE Omer Çelîk axaftinek kirin. Burhanettîn Duran di axaftina xwe de got wan li hemû welatên Ewropayê û bi navbeykariya 31 pisporî ve ev raport amade kiriye. Li gorî ragihandina Duran di encama raportê de di warên wek perwerdehî, stargeh, medya, siyaset, daraz û înternetê de li hemû welatên Ewropayê bi awayekî resen û berbiçav Îslamofobî her bilind dibe û ev rûdan her diçe karîgeriyên derbarê azadî û mafên mirovan ku wek nirxên herî bild yên Ewropayê tê dîtin jî bandoreke neyînî lê dike û qelstir dike.

Koordînatorê SETA'yê Burhanettîn Duran got: “Îslamofobî jiyana wan mislimanên ku li Ewropyê dijîn têk dibe. Bilindbûna baskê rastgir û li Brexitê nîqaşkirina mijara penaber û Tirkiyê jî xwedî bandorekê ye ku Îslamofobî bilind kir. Vê yekê jî kir ku dijberiya Îslamê peyda bibe û bû sedema zêdebûna êrîşên li dij mislimanan. Îslamofobî dike ku Ewropa roj bi roj veguhêze keleheke ji derve re girtî. Ewropa hişyariyên Tirkiyê divê wek gefan pêşwazî neke. Em behsa dijminekî wek Îslamofobiya dikin ku bi hevkarî li dijî wê têbikoşin.”

Wezîrê YE Omer Çelîk jî di axaftina xwe de li ser sedemên pêkhatina Îslamofobiyê rawestiya û got; Ji ber çalakiyên rêxistina terorê DAIŞê yên li Ewropayê Îslamofobî bilid dibe. Li Ewropayê çi cara ku gavên derbarê Îslamofobîk de karîger dibin hingê hejmara kesên beşdarî DAIŞê jî dibin bêhtir dibe. Çalakiyên DAIŞê wek qozekê dikeve nava destên hinek derûdorên Îslamofobîk ên Ewropayê. 

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sergotûbêjker Omer Çelîk jî wiha anî ziman: "Bi bilindbûna Îslamofobiyê YE ji nirxên xwe dûr dikeve. Ji aliyê hinek dam û dezgehan ve ew nirxên ku Ewropa pê hatiye damezrandin têne hilweşandin. Em her car ji demokratên Ewropayê re dibêjin ji bo parastina pirdeng û rengînbûnê li dijî dijminatiya penaberan, antîsemîtîzmê û Îslamofobiyê divê ligel hev têbikoşin. Ji sala 2016'an heta niha bi Îslamofobiyê ve têkîldar 2 hezar 800 êrîş pêk hatine. Ji sedî jî zêdetir êrîş li dij mizgehtan bûne. Di şûna ku siyaseta Ewropayê agir gur bike divê li dijî van rûdanan bergiriyên bi hêztir cîbicî bike."       

Di konferansê de ji aliyê rayedarên weqfê û Wezîrê YE ve li derûdorên demokratîk ên Ewrûpayê li ser xetereya Îslamofobiyê hişyarî hate kirin û banga wê yekê kirin ku siyasetmedar, nûner û edîtorên medyayê hîn baldartir bin di wê şêwaza ku bikartînin de. Bi boçûna rayedarên weqfê her diçe îslamofobî vedigîhêze diyardeyeke heftpî û hestên rikê jî ber bi sazîbûnê ve diçe. Ev yek ne li xêra Ewropayê ne jî ya Tirkiyê ye.