Kiliçdaroglu: Serkeftina Mertala Ferêt cihê nîqaşê ye

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje, serkeftina Operasyona Mertala Ferêt cihê nîqaşê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje, serkeftina Operasyona Mertala Ferêt cihê nîqaşê ye.

Kiliçdaroglu ji rojnameya Bîrgûnê re axivî û rexne li siyaseta derva ya hikûmetê AK-Partiyê girt. Kiliçdaroglu got siyaseta derva ya hikûmetê pirsa mayîndebûna Dewleta Tirkieyeyê xirabtir kiriye.

Kiliçdaroglu got jî, ji çar aliyên cîhanê ve îslamîstên tund û çekdarên DAIŞê di Tirkiyê re çûne Sûriyê û Tirkiye li hemberî vê yekê çavên xwe nixumandiye. Hikûmet digel DAIŞê hevdîtinan pêk anî û hevkarî kir.

Kiliçdaroglu diyar kir ku, ew her tim dijî derketiye ku Tirkiye zêde neçe nav xaka Sûriyê û operasyonê firehtir neke. Herwiha cihê nîqaşê ye ku Operasyona Mertala Ferêt biser ketibe an jî biser neketibe.

Di 24ê Tebaxa 2016 an de Tirkiye digel hejmarek ji girûpên çekdar yê opozisyonê dest bi operasyona Mertala Ferêt di navbera Efrîn û Kobanê de kir. Encûmena Asayişa Netewî ya Tirkiyê di roja 29 Adarê de operasyona Mertala Ferêt” bidawî anî û rayedarên Tirkiyê ragihandin ku wê operasyonê armancên xwe bi serkeftî encam dan.