Şîmşek: Rewşa awarte bandoreke neyînî li Tirkiyê dike

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û berpisê aboriyê Mihemed Şîmşek dibêje, berdewamiya rewşa awarte li derve bandorek neyînî li Tirkiye dike û hikûmet dixwaze rewşa awarte rake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û berpisê aboriyê Mihemed Şîmşek dibêje, berdewamiya rewşa awarte li derve bandorek neyînî li Tirkiye dike û hikûmet dixwaze rewşa awarte rake.

Şîmşek li Dîlokê beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû û da xuyakirin, herçiqas rewşa awarte karîgerî li ser jiyana xelkê kolanê nake jî, dibe sedem ku Tirkiye li derve xerab bê nîşandayîn.

Da zanîn ew hîç naxwazin rewşa awarte hebe, lê li hember demokrasî û serdestiya hiqûqê gef hene û derveyî ragehandina rewşa awarte çareyeke din nîne.

Dema rewşa awarte 18'ê vê mehê temam dibe û hêj hikûmeta Tirkiyê derbarê dirêjkirinê wê de de ti biryarek neşandiye Parlamentoya Tirkiyê.