Çavuşoğlu: Em ne aliyê Amerika, ne aliyê Rusya digrin!
Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu li bajarê Antalya, pirsên rojnamevanên deverê bersivandin. Li ser pirsek girêdayî peywendiyên Tirkiye ligel Rusya û Amerikayê, Wezîrê derve yê Tirkiye gor ku “Di bûyera dawî de me piştgiriya xwe ji Amerika re anî ziman. Lê em tu aliyekî nagirin. Ne aliyê Amerika, ne jî aliyê Rusya”.
K24 - Navenda Nûçeyan

Çavuşoglu herweha da diyarkirin ku, “Tirkiye ligel her û welatan – Rusya û Amerika siyaseta balansê birêve dibe. Ji aliyê xwe ve gelek welatan helwêstek ner, beramberî Esed nîşandan. Evê jî hêz da rejîma Suriye, ku çekên kimyawî bikar bîne.”
Tirkiye ligel Rusya û Îranê, yek ji welatên garantorê agirbestê li Suriye bû. Evê yekê gûman ligel Amerika û endamên NATO peydakiribûn ku, Enqere siyasetek nêzîk bi Moskow û Tehranê re birêve dibe, bi taybetî welatên Ewrûpa yên endamên NATO gelek rexne di vê derbarê de li Tirkiye girtibûn.
Di hevdîtina xwe de, herweha Çavuşoglu diyarkir ku, “Rejîma Esed dive biçe. Ew kûjerê bi sedhezaran kesan li Suriye ye. Astenga mezin ji bo çareseriya li vî welatî ye”.