Roj Nûrî Şaweys: Neyarên Kurd dizanin gelê me çi dixwaze

Endamê Polîtbîriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys di konferanseke rojnamevanî de ragihand, neyarên Kurd dizanin gelê me çi dixwaze, divê em jî vê derfetê ji dest xwe têk nedin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtbîriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys di konferanseke rojnamevanî de ragihand, neyarên Kurd dizanin gelê me çi dixwaze, divê em jî vê derfetê ji dest xwe têk nedin.

Îro şandeke hevbeş a PDK û YNKê ligel nûner û kunsulên welatan yên li Hewlêrê civiyan.

Armanca civînê ronîkirina bijardeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bû, ku xwe di encamdan referandûma serxwebûnê de dibîne.

Roj Nûrî Şaweys di konferansa rojnamevanî de ragihand, “Me bi hûrî proseya xwe ji kesên biyanî re pêşkêş kir, lê wan helwesta xwe bi awayekî asayî ranegihandin û tenê payama me wergirtin.”

Got jî: “Referandûm pêwendiya wê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê heye û bi lehevkirin û danûstandin digihin çareseriyekê.”

Herwiha got jî: “Hemû neyarên Kurd dizanin ku gelê me çi dixwaze û ji bo çi têdikoşe. Divê em jî vê derfetê ji dest xwe têk nedin û dawaza tiştekî din nekin.”

 

Fly Erbil Advertisment