Teqîna li Diyarbekrê HPG girt ser xwe

Hêzên Parastina Gel (HPG) ser bi PKK ve, teqîna Diyarbekrê ku roja sêşemiyê rûdayî û bû egera kuştina 3 kesan û brîndarbûna 4 kesan girte ser xwe.

K - 24 Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel (HPG) ser bi PKK ve, teqîna Diyarbekrê ku roja sêşemiyê rûdayî û bû egera kuştina 3 kesan û brîndarbûna 4 kesan girte ser xwe.

Teqîn li navçeya Baglar a Diyarbekrê, nêzîkî devera tamiratên otombilên polisan rûda bû. Li gor agahdariyên destpêkî, hatibû diyarkirin ku panzerek teqîya ye. Lê îro, Wezîrê navxweî yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyarkiribû ku, teqîn terorî bûye.

Piştî ragihandina Soylu, daxûyaniya HPG hate ragihandin ku, ev teqîn ji alî wan ve hatiye kirin.