Soylu: “Teqîna Diyarbekrê terorî bû”

Wezîrê navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu di kanala Haberturk TV de eşkerekir ku,“ teqîna mezin li Diyarbekrê roja sêşemiyê rûdayî kiryarek terorîstî bû”

K - 24 Navenda Nûçeyan

Wezîrê navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu di kanala Haberturk TV de eşkerekir ku,“ teqîna mezin li Diyarbekrê roja sêşemiyê rûdayî kiryarek terorîstî bû”

Soylu ragihand ku, tunelek ji derv eve hatiye kolandin û bombe tê de hatiye bicîhkirin. Herweha di encama operasyonan de heta niha 5 kes hatine binçav kirin.

Roja sêşemiyê teqînek mezin nêzîkî dibistana polisan rûda bû û di encamp de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 kes brîndar bû bûn.