Erdogan ETA wekî nimûne ji PKK re nîşan da
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan di kanalên telewizyonî yên TGRT, TGRT EU, TGRT Belgesel 120 TV de bû mêvanê bernameya “taybet ber bi referendum ve”. ETA wekî nimûne ji PKK re nîşan da.
K - 24 Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan di kanalên telewizyonî yên TGRT, TGRT EU, TGRT Belgesel 120 TV de bû mêvanê bernameya “taybet ber bi referendum ve”. ETA wekî nimûne ji PKK re nîşan da.
Erdogan diyarkir ku, projeyek wekî “Projeya Çareseriyê” niha di rojeva wan de nî ne. ETA ya Ispanî wekî nimûne destnîşan kir. Got ku “bi wan kesên ku çek di destê wan de pêvajoyek çareseriyê nikare bûte birêvebirin”.
Erdogan got ku “Berê projeya bi nave projeya çareseriyê hate birêve birin. Hevalên me bi nûnerên wan re hevdîtin lidar xistin. Niha ew dem qediya. Tiştek wekî berê dûbare nabe”.
Erdogan herweha destnîşan kir “Hin kes bi biryara dadgehê hatin girtin, niha di girtîgehan de ne. Dibe ku, hin din jî werin girtin. Evan gotin: li pişt me PKK heye, PYD heye, YPG heye. Niha jî direvin. Çi bi wan hat? Çima direvin? Dad heye, dadgeh heye. Dadgeh çi biryarê bigre em rêzê lê digrin. Ger wekî ETA hûn jî çekên xwe bixin bin erdê de, bi koordinat, bi navnîşan hûn bixin bin erdê de, wê demê pêngavên pêwîst dikarin bên avêtin. Lê, çek di destan de: werin em biaxifin, nabe! Di 20 mehan de, me 10 hezar ji wan ji hole rakirin”.