Erdogan dengê xwe da

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji bo dengdana referandûmê, li Stenbolê çû li ser sindoqan û dengê xwe da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ji bo dengdana referandûmê, li Stenbolê çû li ser sindoqan û dengê xwe da.

Erdogan û hevjîna xwe Emine Erdogan serdana binkeyeke dengdanê kirin û piştî ku dengên xwe dan. Erdogan ji rojnamevanan ragihand: “Me di dîroka sîstema Parlemeteriyê de çendîn ezmûn dîtin. Lê yak u îro dibe, destpêkeke nû ye û guhartineke mezin e.”  

Erdogan got jî: “Dixwazin dirêjiyê bidin riya Kemal Ataturk û karekî mezin li pêş me ye.”

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê kir, îro proseya dengdanê bi berferehî dibe û piştî vekirina sindoqên dengdanê, çaverêkirina wan vala naçe.

Îro 16 Nîsana 2017an dengdan bo guhartina 18 xalên destûra Tirkiyê birêve diçe. 55 miyon û 319 hezar û 222 welatî mafê wan yê dengdanê hene. Bo vê mebestê 147 hezar sindoqên dengdanê hatine danîn.