Çavdêrên siyasî çaverêyî pêvajoyeke nû ne

Di referandûma guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de helwesta Partiya Bizava Netewperest MHP’ê û helwesta kurdan bû mijara nîqaşê û çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku Ak Partiyê piştgiriya ku ji MHP’ê hêvî dikir, ji Kurdan wergirt.

 

K24 – Diyarbekir

Di referandûma guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de helwesta Partiya Bizava Netewperest MHP’ê  û helwesta kurdan bû mijara nîqaşê û çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku Ak Partiyê piştgiriya ku ji MHP’ê hêvî dikir, ji Kurdan wergirt.

Encamên hilbijartina referandûma guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê diyar kir ku li Tirkiyeyê kurd wek aktorên bibandor li ser hilbijartinan derdikevin pêş. Ev yek jî helwesta MHP’ê da nîqaşkirin û rola kurdan jî da ber çav. Çavdêrên siyasî dibêjin xelkê kurd demokrat in û bibandor in. Şîrovekar Bayram Bozyel jî amaje dike ku pêwîste Ak Partî  beriya hilbijartinên 2019’ê bi kurdan re têkiliyên li ser avakirinê xurt bike.

Şîrovekar Bayram Bozyel ji K24ê re jî got: “Xuya ye ku Ak Partî ji tifaqa xwe ya li gel MHP’ê tiştek bi dest nexist. Eger Ak Partî bi MHP’ê re bimeşe dê serokatiya Recep Tayyîp Erdogan a 2019’ê jî bikeve xeterê. Em hêvî dikin ku Ak Partî di vê pêvajoyê de bi kurdan re têkiliyên pozîtîf derxe holê”

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku di referandûma 16’ê Nîsanê de ji hilbijêrên MHP’ê tenê %30 piştgirî bo dengê erê hatiye dayîn û qedera referandûmê jî ji aliyê kurdan ve hatiye diyarkirin. Çavdêrê Siyasî Omer Evsen jî di derbarê pêvajo û helwesteke nû de hêvîdar e.

Çavdêrê Siyasî Omer Evsen dibêje: “Serokomar, beriya referandûmê bang kiri ku bû ew dikarin bi kesên ku di destê wan de çek tinebin re rûnin. Piştî referandûmê jî spasiya bajarên kurdan kir. Ak Partiyê jî piştgiriya ku ji MHP’ê hêvî dikir ne wergirt. Li gorî nêrîna min ev tê wê wateyê ku dê pêvajoyeke nû dest pê bike”

Piştî referandûma 16’ê Nîsanê ku guherîna destûra bingehîn hate erêkirin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan spasiya bajarên kurdan kiri bû. Çavdêrên siyasî vê yekê wek nîşaneya destpêkirina  pêvajoyeke nû dinirxînin.