Tirkiye amadekariyên operasyonên dersînorî dike

Rayedarên hikûmeta Tirkiyê diyar kirin ku dê ji bo Minbîç, Şengal û Qendîlê operasyonên dersînorî pêk bînin. Gelo dê ev operasyon pêk bên yan na? Tirkiye bi van operasyonan çi armanc dike? Pisporên Rojhilata Navîn û siyasetmedar ev mijar nirxandin.

 

K24 – Enqere

Rayedarên hikûmeta Tirkiyê diyar kirin ku dê ji bo Minbîç, Şengal û Qendîlê operasyonên dersînorî pêk bînin. Gelo dê ev operasyon pêk bên yan na? Tirkiye bi van operasyonan çi armanc dike? Pisporên Rojhilata Navîn û siyasetmedar ev mijar nirxandin.

Beriya referandûmê Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu diyar kiribû ku di warê operasyonên ji bo Şengal û Qendîlê de bi Emerîkayê re hevkarî pêk anîne û dê demek nêz de operasyoneke dersînorî pêk bînin. Ligel vê yekê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî got ew destûrê nadin ku li ser sînorên Tirkiyê PYD/ YPG dewletekê ava bike ji ber wê yekê dê operasyonên dersînorî bên kirin.

Li ser vê mijarê bi boçûna parlamenterê HDPê Îmam Taşçier hikûmeta Tirkiyê ji bo ku Kurdên Rojava tu destkeftiyan bi dest nexe û nebe xwedî statû, planên wan operasyonan dike.

Parlamaenterê HDPê Îmam Taşçier  ji K24ê re wiha axivî: “Tirkiyê li Sûriyê bimîne naxwaze Kurd li wir bibin xwedî statû. Dema ku li Sûriyê rejîmeke nû bê avakirin ji Kurdan re jî wê statûyek hebe. Ez wisa difikirim ku Tirkiyê vê statûyê naxwaze. Tirkiyê hem bi mertala Firatê hem jî bi alîkariya Nûsra û DAÎŞê armanc dike ku Kurdên li Suriyê nebin xwedî statû û xwe bi xwe îdare nekin.”

Ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve ji bo ser sînorên Iraq û Sûriyê veguhestina serbazan û wesayîtên zirxpoş tê kirin. Bi bîr û raya pisporê Rojhilata Navîn Berekat Kar operasyonên dersînorî dê ji bo Tirkiyê kêşeyên mezin bi xwe re bîne lê belê dê demek nêz de operasyon dest pê bikin.

Pisporê Rojhilata Navîn Berekat Kar got: “Pêşî dê ji bo Iraqê operasyoneke dersînorî pêk bê ji ber ku li ser sînorê Iraqê amadekariyên mezin yên leşkerî tên kirin û di nava Tirkiyê de jî operasyonên berfireh dest pê kirine. Ez bawer nakim ku Tirkiye ji ber Rûsya û Emrîkayê careke din bikeve nava sînorên Sûriyê. Lê dîsa jî wê hewl bide dubare bikeve nava Sûriyê.”

Rayedarên hikûmeta Tirkiyê amaje pê dikin ku ev operasyon tenê ji bo ewlehî û parastina sînorên Tirkiyê ye. Herwiha siyasetmedar û pispor jî dibêjin, Tirkiye ditirse ku li Rojava û bakurê Kurdistanê wek Herêma Kurdistanê pergalek bê avakirin ji ber vê yekê wan operasyonan pêk tîne ku Kurdên wê herêmê bêhêz bike.