Sererkaniya Tirkiyeyê: Me 11 endamên YPG kuştin.

Sererkaniya Tirkiyeyê ragihand, wan bersiva êrîşên YPGyê dane û 11 endamên YPGyê kuştine.

K24- Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyeyê ragihand, wan bersiva êrîşên YPGyê dane û 11 endamên YPGyê kuştin e.

Sererkaniya Tirkiyeyê îro derbarê mijarê daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: Ji herêma PYDyê ber bi bajarê Rihayê navçeya Serêkaniyê ve li dijî bingeheke leşkerî bi mûşekan êrîş hatiye kirin.

Piştre hêzên  wan bersiva êrîşan dane û 11 endamên YPGyê hatine kuştin. Li gor daxuyaniya Sererkaniya Tirkiyeyê ji 11 endamên YPGyê 3 kes mûşek 8 kes doçka bikartianîn.

Ji alîkî din ve  îro YPG jî diyar kiribû ko dê êrîşên Tirkiyeyê bêbersiv nemîne.