Gul: Ez gotegotan ciddî nagrim

Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul bi daxûyaniyekê spekulasyonên ku, dê dîsa dest bi siyaseta aktîf bike derew derxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul bi daxûyaniyekê spekulasyonên ku, dê dîsa dest bi siyaseta aktîf bike derew derxistin.

Serokê berê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Deniz Baykal, berî çendîn rojan diyarkiribû ku, ger Gul bixwaze, ew dikare bibe kandîdê Serokomariya Tirkiye di sala 2019an de û muhalefet divê piştgiriya wî bike.

Piştî van gotinên Baykal, di medya Tirkiyê de gelek nirxandin li ser vegera siyaseta aktîf a Abdullah Gul hatibûn kirin. Di vê çarçoweyê de Gul îro daxûyaniyek belavkir û tê de diyarkir: “ Gotinên Baykal gengeşeyên nav Partiya wan diyar dike. Min ev gotinên wî qet ciddî negirtin. Ez dê her car bîr û rayên xwe bi raya giştî re belav bikim û naxwazim bikevim nav polemîkên vala. Li pêş Tirkiye pêvajoyek girîng heye, dive li ser vê bê fikrandin û xebat kirin. Afirandina bîr û ramanan jî, dive di vê çarçoweyê de bin”