Tirkiye di navbeyna xwe û Îranê de dîwar ava dike
Nivîskarê rojnameya Hurriyet Abdulkadir Selvî, ku wekî rojnamevanek nêzîkî hikumetê û AK Partî tê nasîn, diyarkir ku, Tirkiye dixwaze li ser sînorên xwe û Îranê de dîwar ava bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîskarê rojnameya Hurriyet Abdulkadir Selvî, ku wekî rojnamevanek nêzîkî hikumetê û AK Partî tê nasîn, diyarkir ku, Tirkiye dixwaze li ser sînorên xwe û Îranê de dîwar ava bike.
Selvî destnîşankir, berê Tirkiye bi egera ku rê li ber xebat û çalakiyên terorî yên ji Suriye dikarin werin bigre, di navbeyna Tirkiye û Suriye de dest bi avakirina dîwar kiribû. Niha Enqere bi nyaze li ser sînorê xwe û Komara Islamaê ya Îranê de jî, dîwar ava bike.