Baluken: Bi Musteşarê MITê re em beşdarî civîna KCD bûn

Parlementerê Diyarbekrê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Idris Baluken di îfadeya xwe ya doza girtinê de diyarkir ku, li gel Musteşarek kevn ê Dezgeha Parastina Tirkiye (MIT) beşdarî di civîna Kongreya Civata Demokratîk (KCD) de, kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herweha Baluken got: “Min beşdarî civînên herî girîng ên bi berpirsên dewletê, serokwezîrên dema xwe, wezîran re kiriye. Civînên herî hessas”. Lê, ew civîn li ser çi babetên hessas û dizî bûn eşkere nekir.

Li ser pirsekê di dozê de, Baluken weha bersîv da: “Di civînek KCD a ku Xweseriya Demokratîk hate axaftin de, min li gel Musteşarê Kevn ê MITê beşdarî kir. Di bêhndanê de, me xwarin xwar, axaft, danûstandin kir. Ev Musteşar kesayetek e, ku tevayiya raya giştî wî nas dike. Ev çi xebatek neqanunî ye, ku ez û Musteşarê MITê bi hevûdu re li wir beşdar in?”