CHP: Serokomar bere seredana Amerîka neke!

Nerehetiya Tirkiye beramberî biryara Amerîka ya biçekkirina Hêzên Suriye yên Demokrat (HSD) gihiştiye astek bilind. Opozisyona daxwaz ji Serokomar Erdogan kir ku, seredana Amerika neke!

K24 - Navenda Nûçeyan

Nerehetiya Tirkiye beramberî biryara Amerîka ya biçekkirina Hêzên Suriye yên Demokrat (HSD) gihiştiye astek bilind. Opozisyona daxwaz ji Serokomar Erdogan kir ku, seredana Amerika neke!

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozturk Yilmaz, biryara Amerika ku çekên giran bide Hêzên Suriye ya Demokrat (HSD) bi biryarek nayê qebulkirin binavkir û daxwaz ji Serokomar Erdogan kir, seredana xwe ya Amerika betal bike.

Yilmaz herweha destnîşankir ku, “Ev biryara Amerika gefek mezin hemberî Tirkiye ye, nîşana dijminahiya Tirkiye ye. Di berî seredana Serokomar Erdogan bo Amerika pejirandina biryarek weha, henekê xwe bi Tirkiye kirin e”.