Ozkok:Bi rêya YPG, PKK bînin ser rê!

Rojnamevanê Tirk ji rojnameya Hurriyet Ertugrul Ozkok, fikrek berî niha jî heyî dubare dike û dinivîse: “Ger Tirkiye bi YPG re li hevûdu bike û PKK bîne ser reya rast ne baştir e?”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevanê Tirk ji rojnameya Hurriyet Ertugrul Ozkok, fikrek berî niha jî heyî dubare dike û dinivîse: “Ger Tirkiye bi YPG re li hevûdu bike û PKK bîne ser reya rast ne baştir e?”

Ozkok, ku wekî rojnamevanek Kemalîst tê nasîn ev pêşniyara xwe (ya ku berê jî gelek caran li Tirkiye hatiye ziman û ji alî hêzên navneteweyî hatiye bikaranîn) di rojnameya Hurriyet a îro de weşand: “Bêguman ji vê pêşniyara min re wêrekî dive. Em li babeta YPG û PKK bi çavek din temaşe bikin. Ji dervî me, her kes û alî YPG û hêzên Kurd wekî hêza herî berhemdar a li dij DAIŞ dibînin. Ez dipirsim: “Ger Tirkiye bi YPG re li hevûdu bike û PKK bîne ser reya rast ne baştir e?”