Parlamenterekî AKPê daxwaza kontrolkirina Konsulxaneya Amerîkayê dike
Parlamenterekî partiya desthilatdar yê AK Partiyê dibêje, bo dîtina berpirsê Derbeya 15'ê Tîrmehê, divê di Balyozxaneya Amerîkayê de lêgerîn bê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterekî partiya desthilatdar yê AK Partiyê dibêje, bo dîtina berpirsê Derbeya 15'ê Tîrmehê, divê di Balyozxaneya Amerîkayê de lêgerîn bê kirin.
Li Tirkiyê, wek yekemîn berpirsê hewla derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê Adîl Oksoz tê dîtin, ku şeva derbeyê hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan.
Piştî serbestbûnê, Oksoz şopa xwe dabû wendakirin.
Parlamenterê AK Partî yê Dîlokê Şamîl Tayar dibêje, dibe ku Oksoz hatibe kuştin yan jî çûbe derveyî Tirkiyê. Yan hêj xwe di cihekê ewle de vedişêre. Cihê ewle jî konsulxane ye û eger derfet heye bila Konsulxaneya Amerîkayê bê kontrolkirin.