“Pêwendiyên Berlîn û Enqere di rewşek aloz de ne”

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel, ji qenala telewizyonî ya almanî ARD re diyarkir ku “pêwendiyên Berlîn û Enqere ji demek aloz derbas dibin û bi biryar in ku serbazên xwe ji bînkeya Incirlîk derbixin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel, ji qenala telewizyonî ya almanî ARD re diyarkir ku “pêwendiyên Berlîn û Enqere ji demek aloz derbas dibin û bi biryar in ku serbazên xwe ji bînkeya Incirlîk derbixin”.

Gabriel aloziya di navbeyna Almanya û Tirkiye de ne bi tenê bi pirsgîrêka Incirlikê ve girêda, berovajî ew wekî pirsek biçûk binav kir. Li gor Gabriel pirsgîrêk tevlîhev in û gelek in. Di rewşa îro de nayê çaverêkirin ku, di demek nêzîk de ev pirs bên çareserkirin.

Gabriel destnîşankir ku, hin tişt dive biguherîn û mebesta wî guherîn ji alî Tirkiye ve ne.

Di serdana xwe ya Tirkiye de Wezîrê Derve yê Almanya ne ji alî Serokomar û ne jî ji alî Serokwezîr ve hate qebulkirin. Herçend her du dezgehan ev yek bi mijûliya xebata xwe ve diyarkirin jî, şîrovevan ev wekî helwêstek dijî Almanya binav kirin.