Tirkiye, ji referendûma serxwebûna Kurdistanê dilgiran e!

Serokwêzîrê Tirkiye Bînalî Yildirim, derbarê biryara Kurdistanê, ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê meha Îlon a îsal de, dilgiraniya xwe diyarkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwêzîrê Tirkiye Bînalî Yildirim, derbarê biryara Kurdistanê, ji bo referendûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê meha Îlon a îsal de, dilgiraniya xwe diyarkir.

Yildirim destnîşan kir ku, Tirkiye ligel yekparçeyiya xaka Iraqê ye û ev helwêsta xwe gelek caran bi berpirsên Iraqê û Herîma Kurdistanê re parve kiriye. Di roja îro de ragihandina referendûmê ji bo serxwebûnê bi “be berpirsiyartî” binav kir.