Tanrikûlû: Piştî meşa edaletê, Tirkiye dê wekî xwe nemîne

Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, li Diyarbekirê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de armanca meşa Edaletê hat ravekirin û hat diyarkirin ku ev meş ji bo hemû siyasetmedar û şaredarên girtî tê kirin. Tanrikûlû li ser biryara Referandûma Kurdistanê jî diyar kir ku dê di nav avaniya unîter de pêkhatina vê biryarê ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê sûdewar be.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê li ser meşa Edaletê ya ku ji aliye Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ve hatiye lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliye Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû ve îro ( 24.06.2017) li avahiya bajêr a CHP’ê hat dayîn. Tanrikûlû di daxuyaniya xwe de ragihand ku girtina parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû bûye dilopa dawîn a sebira wan û ev meş ji bo 81 milyon welatiyên Tirkiyeyê hatiye lidarxistin.

Sezgîn Tanrikûlû got ku; di dîrokê de meşên ku hatine kirin, her dem ber bi Enqereyê ve çûne ku pirsgirêk li parlementoyê bên çareserkirin; lê belê ji ber ku parlemento bixwe bi pirsgirêk e, em ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve diçin. Li gorî Tanrikûlû ragihand, piştî meşa wan bigihîje Stenbolê, dê biryarên ku hatine girtin, bi gel re werin parvekirin û dê piştî biryarên wan Tirkiye wekî xwe nemîne, dê guherîn çêbibin.

Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû di dewama daxuyaniya xwe de got ku; “Di Mijdara 2016’an de Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê, li girtîgehên Tirkiyeyê geriyaye, raporên xwe amade kirine û bi hikûmetê re parve kirine. Lê hikûmetê piştî bersiva pirsên komîteyê dane, nehiştiye ku ev rapor li tu deverê were weşandin. Tanrikûlû li ser mijara projeyên li ser navçeya Sûrê ya Diyarbekirê jî da zanîn ku tevî ew bixwe Diyarbekirî ye, nizane ku dê li Sûrê guherînên çawa çêbibin, nizane projeyeke çawa tê rêvebirin. Tanrikûlû ragihand ku di derbarê projeye de li parlementoyê tiştek nehatiye parvekirin û ev proje çi be, bi awayekî veşarî tê çêkirin.

Tanrikûlû li ser mijara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê jî diyar kir ku di avaniya unîter a Iraqê de Kurd xwe bi rê ve dibin, heger ev biryar jî bi cih were, dê Kurdên li Iraqê jê fêdeyê bibînin.