Kiliçdaroglu: Biryara girtina parlementerê me, ji hikûmetê ye
Meşa Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu, ya ji Enqerê ber bi Stenbolê ve di roja 12'emîn de berdewam dike. Kiliçdaroglu dibêje, agahî girtine, beriya ku parlamenterê wan bê cezakirin, bo wî di girtîxaneyê de ode hatiye amadekirin û ev yek jî nîşaneya pêwendiyên dad û desthilatê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ku duh wî agahiyek girt ku beriya ku parlamenterê wan bê cezakirin, li girtîxaneya Maltepe cîh ji wî re hatiye amadekirin, bi vê yekê diyar dibe ku agahiya wan heye û dizanin dê çiqas ceza bigre.
Kiliçdaroglu got jî, ev mînaka herî baş ya pêwendiyên dadgeh û hikûmetê ye. Diyar dibe, biryar ji hêla hikûmetê ve tê dayîn.
Piştî zindanîkirina parlementerê CHPê Enes Berberoglu, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da zanîn ku, li Tirkiyê dadperwerî û demokrasî nemaye. Neheqî li parlementerê wan hatiye kirin. bo şermezarkirina vê biryarê û dadperweriyê, Kiliçdaroglu ligel CHPiyan ji roja 15 Hizîranê ve dest dema dadê ya ji Enqereyê heta Stenbolê kirin.