CHP bi Ala Tirk a hezar metrî dimeşe
Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi birêvebiriya Serokê xwe Kemal Kiliçdaroglu, meşa xwe ya “dadweriyê” bi Al a Tirk a hezar metrî didomîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi birêvebiriya Serokê xwe Kemal Kiliçdaroglu, meşa xwe ya “dadweriyê” bi Al a Tirk a hezar metrî didomîn e.
Meşa CHP a “dadweriyê” kete roja xwe ya 17emîn. Protesto bi egera girtina parlementerê CHP Enis Berberoglu destpêkiribû.
CHP a ku, ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran deng dabû, niha ji wê biryara xwe poşman e, ji ber ku parlementerê wan bi xwe hate girtin. Desthilatê tewanbar dike ku, zagonan ji bo berjewendiya xwe bikar tine.
HDP jî dixwaze, gava meşa CHP gihişt Stenbolê, piştgiriyê bide, lê CHP qebûl nake ku HDP bi nave partiya xwe beşdariyê bike.