Der Spiegel: Hewlek nû ya kodetayê dikare li Tirkiye rû bide
Kovara Der Spiegel a almanî di reportajek xwe ya berfereh a 6 rûpelî de, liser rewşa Tirkiye ya siyasî rawestiya ye û digihe encamê ku li Tirkiye dikare hewlek nû ya kodetayê pêk be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara Der Spiegel a almanî di reportajek xwe ya berfereh a 6 rûpelî de, liser rewşa Tirkiye ya siyasî rawestiya ye û digihe encamê ku li Tirkiye dikare hewlek nû ya kodetayê pêk be.
Reportaja ku ji alî rojnamevanan Eren Çaylan û Maximilian Pop ve hatiye amadekirin, lêkolîn derbarê jiyana siyasî, serbazî, aborî ya Tirkiye de tê kirin û tê nîşandan ku, bîngeh ji bo hewlek nû ya kodetayî dikare li Tirkiye rû bide.