5 sal di ser koça dawiyê ya dengbêjê Kurd Bavê Selah re derbas dibin

5 sal di ser koçkirina hunermend û dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah re derbas dibin ku xizmeteke mezin ji çand û hunera kurdî re kiribû.

Navenda Nûçeyan (K24) – 5 sal di ser koçkirina hunermend û dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah re derbas dibin ku xizmeteke mezin ji çand û hunera kurdî re kiribû.

Dengbêjê Kurd Ebdilrehman Omer (Bavê Selah) 1952an li gundê Gorda yê Efrînê ji dayik bûbû û jiyana xwe li gundê xwe û bajarê Helebê derbas kiribû. Bavê Seleh wek dengbêjekî herî navdar di warê starnbêjî û staranên Kurdî yên kevnar de li Rojavayê Kurdistanê û li perçeyên din yê Kurdistanê dihat naskirin.

Bavê Selah di destpêka salên 80î de dest bi dengbêjiyê kir û piştre tevlî koma Armanc bû û bi hevalên xwe re dest bi tomarkirina kasêtan kirin û di kasêta 4 çarem de jî Bavê selah dastana Delal (Derwêşê Ebdî) tomarkir û navûdengê wî zêdetir belav bû.

Bavê Selah di piştî dastana Delal, Dastan û stranên Cebelî, Şêx Seîd, Xec û Siyamend, Gênc Osman, Hecanê û gelek stranên din ên folklorî tomar kirin û gelek destanên Çîyayê Kurmênc ji windabûnê parastin.

Bavê Selah li Kurdistanê û gelek welatên Ewropa, Rûsya, Libnan, Urdin û Îmarata Erebî û welatine din aheng û şevbuhêrk bi starnên Kurdî pêk anîbûn, herwiha bi dehan kasêt û perçeyên vîdyo tomar kirine.

Bavê Selah ji dayika xwe Gulê û bapîrê xwe dengbêjê Efrînê yê navdar Îbrahîmê Tirko û dengbêjên din ên wek Cemîl Horo, Ehmed Axa û Silêmanê Aho fêrî stran û destanên Kurdî bûbû. Herwiha Bavê Selah xwe yek ji şagirtên hunermendê mezin Adîk dizanî, Adîkê jî berî koçkirina xwe, tembûra xwe diyarî Bavê Selah kiribû.

Bavê Selah Kurdperwer û xwediyê dengekî çiyayî bû û ji ber Kurdbûn û stranên xwe ve, gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê hatibû girtin û di zîndan de jî rastî eşkenceyê hatibû.

Bavê Selah ji ber krîzeke dil roja 14ê Tîrmeha 2016an li nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê koça xwe ya dawî kiribû û bi beşdariya bi hezaran hezkiriyên wî û xelkê Efrînê li gundê xwe, bi xakê hat spartin.

Fly Erbil Advertisment