19 rojnameger derdikevin pêşberî dadgehê

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê piştî 9 mehan, 12 rojnamegerên girtî bi giştî 19 rojnameger îro derdikevin pêşberî dadgehê.
Doza rojnameya Cumhuriyetê li Stenbolê di Dadgeha Cezaya Giran de îro destpê dike. Rojnameger 267 roj berê hatibûn girtin û doznameya wan jî beriya 3 mehan hatibû amadekirin. Di dozê de 17 rojnamegerên Cumhuriyetê, 2 bikarhênerên Twîtterê tên dadgehkirin, 2 kesan jî xwe radest nekirine.
Rojnamegerên navdar yên Tirkiyê Can Dundar, Ehmed Şik, Kadrî Gursel û Musa Kart jî di nav de ne. Di doznameyê de tê îdîakirin, piştî sala 2013'an rojname wek ya Cemaeta Gulen hatiye derxistin û rêveber jî bi endamtiya Cemaetê tên tometbarkirin.
Hin rojnameger, di heman demê de bi endamtiya Cemaeta Gulen û PKK û DHKP-C pêkve tên tometbarkirin ku Ehmed Şik û Kadrî Gursel bi têkoşîna xwe ya hember Cemaeta Gulen tên naskirin.
Rayedarên Yekîtiya Ewropa û parêzvanên mafên mirovan û gelek siyasetmedar bi awayek baldar dozê dişopînin.