Êdî Leyla Zana ji mafên parlementeriyê nikare sûd werbigire

K24 – Navenda Nûçeyan
Piraniya xalên pêşniyarnameya guhertina rêziknameya navxweyî ya Parlementoya Tirkiyeyê hate pejirandin. Bi guherîna yek ji wan xalan Leyla Zana ji mafên parlementeriyê êdî nikare sûd werbigre.
AK-Partî û MHPê ji bo guhertina rêziknameya navxweyî ya parlementoyê pêşniyarneyeke pêşkêş kirin û li Parlementoya Tirkiyeyê ev 3 roj in rûniştin birêve diçin. Heta niha 18 xalên pêşniyarnameyê hatin pejirandin û li gor guhertina xala yekemîn ku derbarê sûnda parlementyeriyê de ye, êdî Leyla Zana nikare ji mafên parlementeriyê sûd werbigre.
Leyla Zana dema sûnda parlementeriyê dixwar di şûna peyva Tirk peyva Tirkiyeyê bikar anîbû. Her çend Serokê Parlementoyê xwestibe sûnda xwe dubare bike jî Leyla Zana sûnda parlementeriyê dubare nekir û sûnda wê jî nehatibû qebûl kirin.
Leyla Zana herwiha di sala 1991an de sûnda parlementeriyê bi Kurdî xwendibû piştî vê bûyerê hatibû zindanîkirin.