Parlementera HDPê Besîme Konca hate berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca hate berdan.

Parlementera Sêrtê Besîme Konca 2 meh berê li Batmanê hatibû destserkirin û piştî mehkemekirinê jî hatibû girtin. Rojên zindanîbûna Besîme Koncayê ya berî niha jî hatine hesapkirin û li gor wê dadgeh biryara berdana wê da.

Bi vî awayî hejmara parlementerên HDPê yên zindanî jî daket 9an.