Leşkerên Tirk yên eşkence dikirin, hatin desteserkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokatiya Desteya Erkana Giştî ya Artêşa Tirkiyê îro ragihand, ew leşkerên ku 4 kes li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê de eşkence sivikî bi wan kiribûn û vîdyo belav kiribûn, hatin destesekirin.
Desteya Erkana Giştî dibêje: “Belavbûna vîdyoya ku tê de leşkerên Tirk bi xirabî danûstandin ligel 4 kesên bi dizî ketibûn xaka Tirkiyê dikin, bi mebest hatiye kirin, bo şermezarkirina Tirkiyê û şikandina heybeta hêzên Tirkiyê ye.”
Herwiha tekez jî kir, ku lêpirsînên yasayî bi wan leşkeran re derbarê wê bûyerê de tên kirin.
Berî çend rojan girtevîdyoyek li tûra pêwendiyên civakî hat belavkirin, tê de leşkerên Tirkiyê 4 kesên ku bi dizî ji Sûriyê ketibûn nava xaka Tirkiyê eşkence dikin.
رئاسة الأركان التركية تعلن اعتقال ومحاكمة عناصر جندرما اعتدوا وعذبوا ببشاعة سوريين حاولوا دخول تركيا pic.twitter.com/uoXb2F6vMe
— موسى العمر (@MousaAlomar) July 30, 2017