Fermandarên serbazî yên Tirkiye tên guhertin

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna Şûreya Bilind a Serbazî (YAŞ) bi Serokatiya Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, tê ragihandin ku biryar hatiye girtin serfermandarên serbazî yên Hewayî, Bejahî û Deryayî bên guherandin. Navên serfermandarên nû nehatiye eşkere kirin, tê çaverêkirin Serokomar Erdogan van navan eşkere bike û rabighîne.

Medyaya Tirkiyê ragihandibû, hîn berî civîna Şûrayê Serokomar Erdogan ligel Serowezîr Yildirim civiyaye û biryara xwe ya guherandinan dan e.

Civîna Şûreya Serbazî wekî civînek herî girîng li siyaseta Tirkiye tê liqelem dan, ji ber ku heta niha bandora Artêşa Tirkiyê liser siyaseta Tirkiye bi awayek berçav diyar bû. Niha desthilata siyasî ku biryar dide, ji alî serbazan, bi taybetî generalên xwenişîn ve tê rexnekirin. Berî demekê Serfermandarê berê yê Tirkiyê Ilker Başbug ev wekî wesayeta siyasî liser a serbazî binav kiribû.

Guherandinên di qada herî bilind a serbazî de, wekî reorganizasyon ango ji nû ve rêkxistina binamala serbazî tê nirxandin.